ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-08-2026
12 tebax, 2026   02:00

Koçberên Serêkaniyê got ji bo ew vegerin divê garantiya parastina wan were dayîn û ji aliyên têkildar daxwaz kir ku tedbîrên ewlehiyê werin girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Kobanê û gundewarên wê ji ber lawazî û qutbûna tora Syriatelê, li hejmarek gundan hiştiye ku şênî ji bo bikaranîna “Sham Cach” zehmetiyan bikişînin. Ji bo aktîfkirina bircên ji xizmetê derketine daxwaz hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîna Fîlman a Rojava ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn serlêdana fîlman werdigire. 110 fîlman serlêdan kiriye û serlêdan didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ava Stasyona Elokê ji ber pirsgirêkên şebekeya avê nagihîje hemû taxên Hesekê û hîna şêniyên wan taxan avê dikirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xwediyên çewlikên mirîşkan ên herêma Cizîrê di karê xwe de zehmetê dibînin û hinek ji wan neçar man çewlikên xwe bisekinînin. Li bazarê jî vê yekê bandor li buhayên goştê mirîşkan kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk a bajarê Hesekê li dijî zêdekirina buhayan û bi daxwaza başkirina rewşa jiyanî daxuyaniyekê li çerxerêya agirkujiyê dide, saet 09.30‘an. Bi heman armancê li Til Temir û Dirbêsiyê xwepêşandan tên lidarxistin, saet 10. 00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê hevserokên berê yên yekitiyê xelat dike, saet 16.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)