ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-05-2024
12 gulan, 2024   02:00

Dayik û bavên şehîdan ên ji navçeya Şêrawa diyar kir ku heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger nebe, tu carî dest ji têkoşîn û berxwedana xwe bernadin.

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de bandora şerê li Xezayê li têkiliyên Tehran û hikumeta Şamê û êrişên Îsraîlê yên li ser Refehê nirxandin.

Nivîskar û muxalifê sûriyeyî Elî El Emîn El Siwêd diyar kir ku rewşa herêmê di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk a dagirker de her ku diçe aloztir dibe û li dijî wê şoreşeke mezin pêwîst e.

Cotkaran li kantona Reqayê dest bi berhevkirina fêkiyên havînê kir û daxistin sûkan. Cotkar dibêjin mewsim baş e û têra wan û herêmê dike.

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina çandiniyê, gelek tedbîr hatine girtin. Li bajar û bajarokên kantona Cizîrê komîteyên rewşên awarte hatine avakirin. Her wiha bang hate kirin ku her kes berpirsyar be û zeviyan biparêze.

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kantona Efrîn û Şehbayê bi diruşma ˊBi rêxistinkirina jinan û civakê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikinˊ li hola Mîtan civînekê li dar dixe, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Dêrikê meşekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma ˊJêhatî û nûkirin deriyên çareseriyê yên dozên Rojhilata Navîn inˊ kongreya xwe ya 3ˊyemîn li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PYDˊê li Tirbespiyê ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên siyasî li herêmê li navenda PYDˊê civînekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Aboriyê ya kantona Reqaayê Firna Tişrîn a Ihtiyatî, piştî hemû alavên wê amade kirin, vedike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Jîngehê ya kantona Tebqa li Şitilgeha Navendî ya Tebqa Pêşangeha 3ˊyemîn a Kulîlkan vedike, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)