ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-02-2024
12 sibat, 2024   02:00

Dijminên gelê Kurd û dijberên azadî û demokrasiyê komployeke pêk anîn. Kompogeran bi pêşengiya DYA û Îsraîlê bi komployeke qirêj Rêber Abdullah Ocalan revand. Rûsya li beramberî  peyman û bazarên diravî di vê komployê de rol list. Îtalya, Kenya û Yewnanistanê jî di nav de  derdora 40 dewletên navneteweyî di komployê de cih girt.

Asya Hisên ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan tê koşiya û di sala 1998'an de wê xewna xwe pêk anî û destnîşan kir ku hevdîtinek tenê bes bû ji bo ku azadî di dilên şopdarên wî de bê çandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Efrînê yên li kampa Berxwedan dimînin diyar kir ku dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye ferzkirin û êrişên dewleta Tirk li hember berxwedana gel nabin bend. Koçberan got, dê têkoşînê bidomînin heta Efrîn rizgar bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Cûdî Reşo bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re tev li hêzên leşkerî bû û di piraniya cengan de cih girt, di dawiyê de di çalakiya fedaî ya li gundê Basilê de şehîd bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolerekî Iraqê diyar kir ku ji ber tevkariya desthilatên Başûrê Kurdistanê û helwestên hikumeta federal dewleta Tirk serweriya Iraqê bin pê dike û got tu cudahî di navbera binpêkirina wê û Amerîka ji serweriya Iraqê re tune ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî avahiya Federasyona Gaziyan a li Qamişloyê li pêş avahiyê meclisa bajarokê Rimêlanê daxuyaniyekê dide, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekitiya Demokratîk bi diruşma ˊFelsefeya Rêbertî û berxwedana gelên misogeriya aştî û îstîqrarê li herêmê yeˊ forumekê li hola Zana ya Qamişloyê li dar dixe, saet 09:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa bajarê Dêrikê bi boneya salvegera komploya navneteweyî li Yarîgeha Kornîş a bajarê civîneke girseyî li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê navçeya Çilaxa cenazeyê şehîd Wail Mehmûd Remedan ê endamê Hêzên Erka Xweparstinê li Goristana Şehîd Dilşêr a Tirbespiyê oxir dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Navçeya Dirbêsiyê ji bo şîrovekirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Navenda Çand û Hunerê civînekê ji gel re li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan li Dirbêsiyê û Til Birakê der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî avahiya Federasyona Gaziyan li Qamişloyê daxuyaniyên cuda didin, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Hesekê cenazeyên 3 şehîdan li Goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbenda Rewşenbîrên Helebê der barê salvegera 25ˊan a komploya navneteweyî de bi sernavê ˊkomplo û pradîgmaya Ocalanîzmêˊ li hola malbendê ya li taxa Şêxmeqsûdê semînerekê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Wênekêşiyên Sûriyeyî pêşangeha yekemîn a fotografan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê li dar dixe, saet 11:00ˊan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li navçeya Şedadê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî meşekê li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Îbrahîm Şehadê û cenazeyê şervanê Hêzên Komandos Elî Hesen li goristana şehîdan a Minbicê vedişêre, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Dêrikê li komîna şehîd Cansoz a li taxa Tecnîdê der barê komploya navneteweyî de semînerekê dide, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 ANHA