Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê rêyeke nû çêdike

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Kêste yê navçeya Berwarî ya Başûrê Kurdistanê, bi mekîneyên mezin dest bi çêkirina rêyeke nû kiriye û nahêle welatî nêzîkî wê herêmê bibin.

Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê rêyeke nû çêdike
11 sibat, 2024   23:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatîn girtin, dewleta Tirk a dagirker bi makîneyên mezin li gundê Kêste yê li navçeya Berwarî ya ser bi parêzgeha Dihokê rêyek nû çêdike.

Heman çavkaniyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker nahêle rojnamevan û welatî nêzîkî herêmê bibin, ji ber wê gundewarên herêmê nikarin karê lawirvanî û çandiniyê bikin.

Hêjayî gotinêye ku dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 40 km hatiye nava xaka Başûrê Kurdistanê û bi dehan navend û baregehên leşkerî û sixûrî çêkiriye. Lê heta niha jî ne hikûmeta Iraqê, ne hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê û ne jî ti aliyên fermî bi awayekî cidî helwestek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nîşan nedaye.