ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-2-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-2-2024
11 sibat, 2024   02:00

Li gorî raporan Erdogan li ser paşxaneya şerê li Xezayê hevsengiya xwe ji dest da û nikarî bibûya lîstikeke navendî, li aliyekî din dewleta Tirk a dagirker tevgerên xwe li Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi armanca aliyên Iraqê beşdarî şerê li dijî PKKˊê bike.

Rêber Abdullah Ocalan balê dikişîne ser girîngiya helwesta li dijî komployê û dibêje “Aliyekî komplogeriyê yê xeternaktir ev e ku yên xwe wekî dost û hevrê nîşan didin, xafil dibin û di dema xwe de peywira xwe li gorî soz û biryarên xwe naynin cih. Heke Tevgera Azadiyê civaka sivîl a azad neafirîne, dê hewldanên îstîsmarkirinê zêde bibin. Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku haya mirov ji rêxistinên kevneperest ên wekî terîqetan û rêxistinên civaka sivîl ên sexte hebe û nehêlin gel bixapînin.”

Li 10 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 33 komên ku derdora 300 kes beşdar dibin, pirtûka Rêber Abdullah Ocalan a bi navê Sosyolojiya Azadiyê ku sîstema şaristaniya demokratîk vedibêje, tê xwendin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cemîl Silêman di ciwantiya xwe de tevgera rizgariya Kurdistanê nas kir dema kadroyên PKK`ê serdana mala bapîrê wan dikir. Di hemêza malbateke welatparêz de mezin bû ku di encamê de cihê xwe di berxwedana serdemê ya yekemîn û duyemîn de girt û di çalakiya Basilê de şehîd bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Peymangeha Viyan Amara ya kantona Efrîn û Şehbayê ezmûnên dawîn ji xwendekarên xwe re li navçeya Ehdasê li dar dixe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel a Qamişloyê bi wesîleya Komploya Navneteweyî di çarçoveya amadekariyên meşa navendî de ku 15`ê Sibatê ye bi komînên bajêr re li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dicive saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên suryan ên pêşverû 3`yemîn kongreya xwe bi dirûşma "Bi kar û zanînê em rêya têkoşîn û azadiyê ji bo pêşerojeke baştir ji ciwanan re berdewam dikin" li Hoola Komeleya Xêrxwaziyê ya Ermenî li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Yasir Beşîr Hemade li Goristana Şehîdan oxir dikin saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Navçeya Dirbêsiyê ji bo şîrovekirina navarok û armancên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, civînekê ji şêniyên bajarokê Sêgir li dar dixe saet di 1:00`am de. Di heman çarçoveyê de Meclisa Navçeya Til birakê semînerekê li dar dixe saet di 11:00`an de, Meclisa Navçeya Holê ji bo şîrovekirina armancên Komploya Navneteweyî civînekê li dar dixe saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Însiyatîfa Gel a navçeya Çilaxa têkildarî Komploya Navneteweyî li hola Navenda Çandî ya navçeyê civînek ji şêniyan re li dar dixe saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HRRK`ê li navenda xwe ya li Qamişloyê şahiya îmzekirina pirtûka "Zeferat… ele arsîfet el xewf" ya nivîskarê sûriyeyî Diya Skender li dar dixe saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA