Rêber Abdullah Ocalan: Divê destûr neyê dayîn ku gel bixapînin

Rêber Abdullah Ocalan balê dikişîne ser girîngiya helwesta li dijî komployê û dibêje “Aliyekî komplogeriyê yê xeternaktir ev e ku yên xwe wekî dost û hevrê nîşan didin, xafil dibin û di dema xwe de peywira xwe li gorî soz û biryarên xwe naynin cih. Heke Tevgera Azadiyê civaka sivîl a azad neafirîne, dê hewldanên îstîsmarkirinê zêde bibin. Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku haya mirov ji rêxistinên kevneperest ên wekî terîqetan û rêxistinên civaka sivîl ên sexte hebe û nehêlin gel bixapînin.”

Rêber Abdullah Ocalan: Divê destûr neyê dayîn ku gel bixapînin
11 sibat, 2024   02:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Di parêznameya xwe ya bi navê "Ji Dewleta Rahîban a Sumerê ber bi Komara Gel ve" ku pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kiriye, Rêber Abdullah Ocalan aliyên dîrokî, siyasî, çandî û civakî yên Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi berfirehî rave dike.

Rêber Abdullah Ocalan di beşa 7’an a parêznameyê ya bi sernavê “Di Çembera Komployekê de Bûyîna Şervanê Azadiya Gelekî e" de balê dikişîne ser tecrubeyên ji komployê bên girtin.

Çend xalên ku Rêber Abdullah Ocalan di beşa têkildar de bi berfirehî rave kirine:

"Komplogerî, ji şerê qirêjî û şerê taybet jî girantir e. Lewra di nav de yên ku xwe dost nîşan didin hene, hevrêyên xafil hene. Di vê babetê de, heke em dîroka tevgera azadiyê ya gelê Kurd, di heman demê de wek dîroka komplogeran jî binirxînin, nabe mezinkirineke zêde. Berevajî vê, dê bêhtir rast be. Lewra em dîrokeke ku dişibe ya gelên din, najîn.

‘XEFLETA KESÊN XWE WEKÎ DOST Û HEVRÊ NÎŞAN DIDIN’

Aliyekî komplogeriyê yê xeternaktir ev e ku yên xwe wekî dost û hevrê nîşan didin, xafil dibin û di dema xwe de peywira xwe li gorî soz û biryarên xwe bi cih naynin. Çi qas ku xwedî mebesteke baş û hewldanan bin jî, bi vê derawa xwe zemîneke mezin çêdikin ku planên komplogeran serkeftî bin. Rola ku dilîzin, wekî bûyerên ku bi Sezar “Ma tu jî Brutus?” daye gotin, bi xiyaneta Yehuda Îskaryot a li Îsa ku li çarmixê dan û kuştina xelîfeyan ku bi neyînî rê li ber domkirina dîrokê vekiriye. Ji aliyê gelê Kurd ve ya herî qehrker ev e ku ne bûyerên yeko yeko, tevahiya dîrokê bi van bûyeran tijî ye. Yê ku wekî dost li cem we radiwestin, di kêliya ku tu jê hêvî nekî de wekî mar bi te vedide. Yê ku rêveberiyê ji we re dike, bi zanîn an jî ne bi zanîn we ber bi kendalan ve dibe, hûn xwe di rêya rast de dibînin, lê belê li dereke ku hûn ne li bende ne, hûn di kendêl werdibin. Dorhêla we ya tevgerê, bi tevahî qadeke bi mayin e. Rasthatina we ya li zoriyên ku hûn li xwe, li hevala xwe û li birayê xwe jî ewle nebin, wekî qedera we ye. Hûn nikarin di hemûyan de li qestiyê bigerin. Kesayeta ku tune, di mercên giran de hemû teraza xwe winda dike û bêoxiriya ku jê re dibêjin qeder, dîroka lanetî ku bi destê mirovan çêbûye, hikmê xwe berdewam dike.

Tişta ku hatiye serê pêşengan jî, wekî sehneya “qurbankirina qeran” a di mîtolojiyê de ye. Hemû lanet û bêoxiriya civakê, di dema ku qeranên stemkar û mijok çênebûn de, bi qurbankirina kesê ku bi temamî pêşevan û serokê civakê, ji navê tê rakirin. Li nav Kurdan, heke ku serok nehatibe kuştin, teslîm nebûbe, şêt nebûbe, hê aqilê wî li serê wî be û rûmeta wî di cih de be, êdî tişta ku li benda wî yan azadî yan jî “merasiîma kuştina qeran e”. Aliyê sosret ê vî karî ev e ku bûyerên mîtolojîk ên berî zayînê, di nava Kurdan de hê jî rastî ne ku têne jiyandin. Ji ber vê yekê di nav Kurdan de, efsane û mîtolojî dibe rastî û rastiya ku heyî kor, lal û ker dibe.

‘HEWCEDARÎ BI TEHEMULKIRINÊ HEYE’

Bûyîna ji gelekî wiha, giran e, reva jê jî nemerdî ye. Nereva jê jî, semaxa li hember mantiqê stemkar ê komplogeriyê û sepînên wê yên bêrezik e. Çi qasî hûn semaxê bikişînin û bibin qurbanî, hûn ê lanetîtiya du stûyê xwe de ew qasî paqij bikin. Heta ku ev lanetîbûn hebe, hemû tişt heram e. Hîskirina dil ji ya lawirekî bê nirxtir e. Mantiqê wê bi temamî xiyaneta li rastiyê ye. Wekî yekî kotî ji her deverên wî edab diherike. Her kes jê direve. Rêya rizgarbûna ji vê yekê, yan azadî yan jî mirin e. Li derî vê, peyveke ku hûn bibêjine dayîk, kalik, dost û hezkiriya xwe û carekê bi tenê dirêjkirina destê we yê bi helalî tune ye.

‘DIXWAZIN NOKERIYÊ KARÎGER BIKIN’

Di teslîmkirina min de, jiholêrakirina tevgera azadiya Kurd û serokatiya wê armanceke diyar e. Têkiliyên ku bi salan bi hevkarên Kurd re hatine berdewamkirin, hatiye xwestin ku di vê jiholêrakirinê de dîsa were bierkkirin. Qaşo yê serokatiyeke Kurd a lîberal û demokratîk bihata afirandin, hemanên kurdî ên li gorî her dewletê yê derketana holê, dê ji valahiyê rêxistinên cur bi cur bihatana afirandin. Di vê babetê de Almanya serkêşiyê dike. Afirandina komên alîgirên Almanyayê yên Tirk, Ereb, Kurd û Îran, polîtîkayeke Rojhilata Navîn a kevn e û ev polîtîka ji dema Enver Paşa ve bi erk bûye. Kurdên Iraqê bûne gurikê vê polîtîkayê, di demên dawîn de li Tirkiyeyê jî xwestine gavên bi vî rengî werin avêtin. Givrikîbûna di bin baskên hêzên derve de, bûye şêweyeke debarê.

‘HEWLDANÊN ÎSTÎSMARKIRINÊ DÊ ZÊDE BIBIN’

Jiholênerakirina tevgera azadiya Kurd, dê careke din rê li ber hewldanên jiholêrakirin û parçekirinê veke, an jî dê jev belav bibin û herin. Ji aliyê din ve, heke bisînor be jî, pêşketina mercên aştiyê, yên bixwazin ku bişixulînin. Tevgera azadiyê ku civakên şarwer ên azad neafirîne, dê hewldanên îstîsmarkirinê zêde bibin. Her wiha divê baldar bin ku nehêlin hem rêxistinbûnên bi şêweya terîqetên kevneperest ên paşverû û hem jî rêxistinên hevkar ên sexte yên civaka sivîl gel bixapînin."