Gideon Saar: Valahiyên ewlehiyê bi Sûriyeyê re fireh bûn

Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê diyar kir ku piştî hikumeta veguhêz daxwazên nû kirin danûstandinên ewlehiyê yên di navbera Îsraîlê û wê de kêm bûn, wê jî valahiyek di nava her du aliyan de çêkir.

Gideon Saar: Valahiyên ewlehiyê bi Sûriyeyê re fireh bûn
10 kanûn, 2025   23:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di konferansa ku rojnameya The Jerusalem Post li Washingtonê bi rê ve dibe de got îro Îsraîl û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo danûstandinên ewlehiyê ji hev dûrketin, ku beriya çend hefteteyan ji hev nêz bûn.

Saar ji rojnameyê re diyar kir ku "Valahiyên di navbera me û Sûriyeyê de yên girêdayî peymana ewlehiyê fireh bûn. Wan asta daxwazên xwe bilind kirin. Bê guman em peymanê dixwazin, lê niha ne wek beriya çend hefteyan e, ji pêkanînê dûr e."

Saar destnîşan kir ku Îran hîn jî ko Îsraîlê û aramiya herêmî gefeke sereke ye û anî ziman ku "gefa nukleerî hîna heye."

Gideon Saar diyar kir ku "Îranê dev ji tu armancên xwe yên stratejîk bernedaye; ne bernameya mûşekên balîstî, ne wekîlkên xwe ne jî armancên xwe yên nukleerî. Em wê ji nêz ve dişopînin û nahêlin ev şiyan vegerin."

(ac/fr)

ANHA