ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-10-2025
11 cotmeh, 2025   02:00

Parêzer, saziyên parêzeran û rêxistinên mafên mirovan ji bo ku li Tirkiyeyê mafê hêviyê pêk were, bi dehan caran serî li DMME û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan. Li Parlamentoya Tirkiyeyê pêşnûmayên qanûnî hatin dayîn. DMME û Komîteya Wezîran biryar girtin, lê Tirkiyeyê pêk ne anîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Meryem Ehmed tevî kiryaran dewleta Tirk û êşên ji ber dagirkeriyê jî, soza domandina têkoşînê daye û wê li ser xeta zarok û nêviyên xwe yên şehîd jî berxwedana xwe xurttir dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Serokê Şepêla Sûrî ya Çaksazî, Şukrî Şêxanî, diyar kir ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê eger li ser sîstema navendî israr bike dê nikaribe Sûriyeyeke nûjen ava bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Li kantona Cizîrê qadeke girîng a çandiniyê jî çandina darên fêkiyan e. Tevî ku çandina hin cureyên fêkiyan zêde bûye jî, lê gelek cureyên din kêm bûne. Desteya Çandinî û Avdanê hewl dide piştgiriya vê qada çandiniyê bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a Hesekê bi daxyaniyekê li Parka Rêber Apo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û mafê hêviyê dike, 09.30. BI WÊNE Û DÎMEN

Peymangeha Tenduristî ya bajarê Hesekê bi şahiyekê li navenda Hîlala Zêrîn li kêleka Nexweşxaneya Zarokan derçûna beşek xwendekaran li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Festîvala 6ˋan a Şehîd Bawer Agir li bajarê Kobanê li Stadyûma Şehîd Bawer dest pê dike, festîval 3 rojan didome, 16.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Komeke çalakger ji bajarê Hesekê bi beşdariya aliyên civakî û siyasî ji bo şermezarkirna biryara hikumeta veguhêz a 88ˊan a ku cejnên pêkhateyên Sûriyeyê paşguh kiriye, çalakiyekê li dar dixe, 16.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN