Hêzên hikumeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir

Di rageşiyek nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê deriyê Dêr Hafir ê kantona Tebqayê bombebaran kir.

Hêzên hikumeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
10 cotmeh, 2025   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê yê li ser rêya Reqa-Helebê bombebaran kir.

Ev bombebaran, di çarçoveya rageşiya nû ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk tê. Çend roj berê di vê mehê de (Cotmeh 2025) jî van hêzan êrişî herêma Dêr Hafirê kir, welatiyek şehîd bûbû, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûbûn.

(fr)