Li bendeke têketina Şêxmeqsûdê li 2 ciwanan hat dayîn

Li ser benda kontrolê ya Ewarid, dema 2 ciwanan hewl dida derbasî taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bibin, endamên hêzên hikumeta veguhêz li wan da û gefa qetilkirinê xwar.

Li bendeke têketina Şêxmeqsûdê li 2 ciwanan hat dayîn
10 cotmeh, 2025   21:43
HELEB

Çavkaniyên xwecihî diayr kir ku hêzên hikumeta veguhêz vê sibehê 2 ciwanên Kurd li ser bendeke nû ku ya li kêlek benda hevbeş a li herêma Ewarid a başûrê taxa Şêxmeqsûdê hatiye danîn, revandin. lê piştre ew berdan.

Li gorî îfadeya yek ji ciwanan, endamên li ser benda kontrolê bi hinceta wêne û sembolên Kurdî di telefonên wan de hatine dîtin, revandin.

Her du ciwanan got piştî berdana wan û dema hewl dida derbas bibûna endamên li ser benda kontrolê bi quntaxa çekê, şeqem û pehînan li wan dane û gefên kuştinê li wan xwarine.

Li ser bendên nû hatine danîn telefonên kesên derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dibin tên kontrolkirin. Bi wê yekê bêyî tu hincetên yasayî astengiyê li şêniyan dikin, azadiya tevgerînê bin pê dikin.

Duh, hêzên hikumeta veguhêz 3 rêyên ber bi taxên Şêxemqsûd û Eşrefiyê li pêş şêniyan û erebeyan vekiribûn, lê rêyên din hîna girtîne û ambargo didome.

(fr)