ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-1-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-1-2024
11 ÇILE, 2025   02:00

Dayik, bav, zarok û nevî, ev 12 sal e di refên parastinê yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de cih digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Oldarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li gelên herêmê kir ku yekitiya pêkhateyan û mezheban xurt bikin û li gorî prensîbên jiyana hevbeş, biratî û aştiyê tev bigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk 8`ê Çileyê karwanekî sivîlan ê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ber bi bendava Tişrînê ve diçû, bombebaran kiribû û di encamê de 5 şênî şehîd bûn. Yek ji wan jî Kerem El Şihab El Hemed e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HPC`ê li bajarên Tirbespiyê û Dirbêsiyê ji bo piştgiriya QSD`ê li Tirbespiyê daxuyaniyekê dide saet di 10:00`an de û li bajarê Dirbêsiyê saet di 13:00`an de dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê ya Yekemîn li Navenda Çand û Hunerê Çil axa semînerekê dide saet di 10: 00`an li Dêrikê seat 11:00 de û di heman çarçoveyê de semînerkê li Navenda Çanda û Hunerê ya Dîcleyê dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Qamişloyê şervanê QSD`ê şehîd Kendal Efrîn û nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan şehîd Nazim Deştan li goristanên şehîd Delîl Saroxan vedişêrin saet di 11:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Hesekê ji bo 2 şervanên YPJ û yek QSD`ê li goristana şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye vedişêrin saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)