Di nava seferberiyê de dayik, bav û zarok û nevî

Dayik, bav, zarok û nevî, ev 12 sal e di refên parastinê yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de cih digirin.

Di nava seferberiyê de dayik, bav û zarok û nevî
11 ÇILE, 2025   03:10
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Fadiya Silêman (50) û hevjînê xwe Hikmet Hemo (55) li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê rûdinin. Ji salên destpêkê yên Şoreşa 19`ê Tîrmehê (2012) ve, bi zar û zêçên xwe cihê xwe di qada parastin û berevaniya xaka xwe de digirin.

Keçek û 7 kurên dayika Fadiya û Hikmet hene. Dayika Fadiya di Hêzên Parastina Civakî (HPC) li taxa xwe cih digire. Hevjînê wê Hikmet şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e, di sala 2017`an de di encama êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li bajarê Tebqayê de bi giranî birîndar bûye, niha nikare dest û lingê xwe yê çepê bi kar bîne.

6 ZAROK Û NEVIYEK WAN JÎ DI REFÊN PARASTINÊ DE NE

Fadiya û Hikmet, ji bilî karê xwe yê parastinê, zarokên xwe jî li ser hîmên vê ferasetê perwerde kirine. 6 zarokên wan û neviyek di eniyên berxwedanê de cih girtine û yek ji wan şehîd bûye.

Zarokê wan ê sêyemîn Basil Hemo sala 2014`an de tev li refên YPG’ê bû û navê hevalê xwe yê şehîd Mehmûd li xwe kir. Basil Hemo di sala 2016`an di operasyona rizgarkirina bajarê Minbicê de, şehîd bû.

Piştî şehadeta Basil Hemo, birayek wî yê din tev li refên YPG’ê bû û navê wî li xwe kir. Biryarekî wî yê ku berê tev li YPG’ê bûbû jî, navê Basil li xwe kir.

Zarokê malbatê yê duyemîn Ednan Hemo di sala 2021`an de di encama êrişên Dîfa El Wetenî yên li taxa Tey a bajarê Qamişlo de birîndar bûye û niha gazî ye.

Zarokek malbatê niha di eniya berxwedanê ya Tişrînê de cih digire.

LI SER RÊYA DAPÎR, BAPÎR Û BAVÊ XWE

Ji bilî 6 zarokên Fadiya û Hikmet, neviyek wan jî niha di eniya berxwedanê ye. Kurê zarokê mezin ê dayika Fadiye jî sala 2024’an daye ser rêya dapîr, bapîr û bavê xwe, ew jî niha di nava berxwedanê de cihê xwe digire.

‘EZ Ê HER ŞOPDARA RÊYA ŞERVANAN BIM’

Dayika Fadiya Silêman dibêje; “Ji bo erd, ax û welatê xwe ez ê her şopdara rêya şervanan bim. Ji ber êrişên dagirkeriyê zarokên me nikarin li malê rehet rûnin. Lewam eger niha ji min jî bê xwest in ez ê çeka xwe hildim û biçin nava refê YPJ’ê.”

Dayika Fadiya daxwaz ji dayik û welatparêzan kir ku ji bo parastina xakê rê li ber zarokên xwe negirin.

ANHA