Xelkê Siwêdayê aqûbeta girtî û windayan pirsîn

Xelkê Siwêdayê bi çalakiyekê daxwaza aşkerakirina aqûbeta girtî û windayan kir.

Xelkê Siwêdayê aqûbeta girtî û windayan pirsîn
Xelkê Siwêdayê aqûbeta girtî û windayan pirsîn
Xelkê Siwêdayê aqûbeta girtî û windayan pirsîn
Xelkê Siwêdayê aqûbeta girtî û windayan pirsîn
Xelkê Siwêdayê aqûbeta girtî û windayan pirsîn
Xelkê Siwêdayê aqûbeta girtî û windayan pirsîn
Xelkê Siwêdayê aqûbeta girtî û windayan pirsîn
Xelkê Siwêdayê aqûbeta girtî û windayan pirsîn
10 tebax, 2026   23:38
SIWÊDA

Rêxistina “Beytî Ena Beytuk” û Koma “Metronome” bi daxwaza aşkerakirina aqûbeta girtî û windayan çalakiyek li bajarê Şehba yê Siwêdayê li dar xist. Hejmarek xizmên girtî û windayan beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de kurtefîlmek bi sernavê “çîrokên temamnebûyî” ên li ser hejmarek winda û azarên malbatan wan hat pêşkêşkirin.

Beşdaran got divê aqûbeta tevahî girtî û windayan were aşkerakirin û destnîşan kir ku malbatên wan hîna li benda agahiyên zelal in û bang li aliyên eleqedar kir ku bi erkên xwe rabin û li ser bidawîkirina vê dosyayê bixebitin.

Girêdayî mijarê, yek ji malbatên windayan ku ji 15’ê Tîrmehê ve birayê xwe windabûye diyar kir ku malbatê ji wê demê ve tu agahî li ser wernegirtine. Hejmarek ji malbatên windayan komîteya şopandina doze ava kir û şandeyek ji bo hevdîtina aliyên hikumetê li Şamê şand. Lê heta niha tu agahî li ser windayan nehatine wergirtin.

(fr)