ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-06-2026
11 hezîran, 2026   02:00

- Pisporê yasayî û mafê mirovan Elî Iskan got parlamentoya Sûriyeyê çi qasî serbixwe be û xebatên zagonsaz û şopandinê bi rê ve bibe, ew qasî dê bikare xizmeta welatiyan bike.

- Şîrovekarê siyasî Dr. Teysîr El Alûsî diyar kir ku Iraq di navbera avakirina dewleteke yasayî û saziyan, an jî serdestiya berdewam a hêzên çekdar li ser biryarên siyasî û ewlehiyê de ye li pêşiya xaçerêyekê ye û pêşniyarên bêçekkirina komên çekdar eger bi îradeyeke rastîn a ji bo reformê re nebin yek, dibe ku ji nû ve sererastkirina rewşa heyî wêdetir neçin.

- Tevî girîngiya stratejîk a deriyê sînor ê Nisêbînê di girêdana Sûriyeyê bi Tirkiye û Ewropayê ve û geşkirina bazirganiyê, lê vekirina derî hîn jî bi hesabên siyasî ve girêdayî ye.

- Xebatên sererastkirina Baxçeyê Giştî yê li Qamişloyê didomin. Li gorî agahiyên ku berpirsyarên xebatê dane, sererastkirin dê di meha Tîrmehê bi dawî bibe.

- Bi piştgirî û piştevaniya kampanyaya "YPJˊê hebûna me ye" Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê çalakiyê li navenda Baqî Xido li dar dixin, sawet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN