Tehranê pêşniyara Qeterê ya civîna sêalî bi Washingtonê re red kir

Îranê pêşniyara Qeterê ya têkildarî danûstandinên sêalî yên rasterast bi Washingtonê re red kir.

Tehranê pêşniyara Qeterê ya civîna sêalî bi Washingtonê re red kir
10 hezîran, 2026   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek herêmî diyar kir ku Qeterê hewl da civîneke sêalî bi Tehran û Washingtonê re ji bo prosudurên danûstandinên rasterast ên têkildarî dosyayên di rêkeftinê de eliqî mane li dar bixe, lê Îranê red kir.

Li gorî Axiosˊê û heman çavkanî bi bîr xist ku 2 rayedarên Îranê û Amerîkayê di 2 rojên borî de danûstandin bi navbeynkarên Qeterî re li Dohayê kirin.

Rayedarekî navê xwe aşkera nekir da zanîn ku "danûstandin hîna dewam dikin. Dê Washingtonê zextekî mezin bimeşîne heta ku bi Tehranê re bigihîne rêkeftinekê."

Berpirsekî agahdar daxuyandibû ku danûstandkarên Qeterî sibeha çarşemê gihîşt Tehranê da ku hewl bidin rêkeftinekê îmze bikin û valahiyan dagirin.

(fr)