Trump: Em ê bi tundî li Îranê bidin

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi êrişên nû û dijwar gef li Îranê xwar û diyar kir ku welatê wî "peymanek rastîn û bibandor" dixwaze.

Trump: Em ê bi tundî li Îranê bidin
10 hezîran, 2026   22:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî ji rojnamevanan re got ku Washington "dê îro dîsa derbeyên xurt li Îranê bide, mîna ku me duh kir."

Trump da zanîn ku welatê wî "peymanek rastîn û bibandor" dixwaze û destnîşan kir ku "Îranê qebûl kir ku çekên nukleerî negire û niha divê ew îmze bike."

Di dewama axaftina xwe de Trump da zanîn ku "Îran di dirêjkirina demê de dewam dike, em ê binêrin wê mijar ber bi ku ve biçe."

Der barê gefa wî ya ji bo wêrankirina binesaziya li Îranê de, Trump got: "Ez tu hûrguliyan li ser niyeta me ya ji bo wêrankirina piran û santralên elektrîkê yên Îranê nadim."

(fr)