ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-7-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-7-2024
10 tîrmeh, 2024   02:00

Jinên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê diyar kir ku li hember tevahî êrişên qirkirinê berxwedana hêzên gerîla civak ji xewê şiyar kir û piştgiriya xwe ji vê berxwedanê re heta bidawîkirina êrişan û tacîrdarkirina wê bi serketinê anî ziman.

Berdevkê Meclisa Eşîrên El Bûkemalê ya Dêrazorê Selah El Selman got: "Sûcên li dijî penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê û herêmên dagirkirî têne kirin, berdewama siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd e."

Civaka Tirk ku êdî hîn bûye sere sibê cuda, êvarê cuda, agahiyên ji hev cuda bibîhîze, bi şîroveyên "dibe ku vexwendinek ji Sûriyeyê bê" dest bi rojê dike. Pirsên “gelo çi diqewime?” tên pirsîn û hemû çapemenî li ser ekranan bi “ramanên pisporî” wekî ku pê li bişkokê hatibe kirin, li ser vê mijarê leqeleqê dikin. Erdogan got "Me her tim destê xwe yê dostaniyê dirêjî Sûriyeyê kir û em ê vê bidomînin jî". Wî girseyeke ew çend pûç û vala afirandiye, hema çi jî bifiroşe bikirên wî tijî ne. Yanî civakek heye ku amade ye bê xapandin, bikeve xefikan û bi dek û dolaban bawer bike.

Meclisa Jinan a PYD`ê ji bo diyarkirina nûnerên ku dê tev li kongreyê bibin û plansazî bê çêkirin, civînên berfireh li bajar û kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xistin.

Rojnamevanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa li dijî tîma kanala ÇIRA TV şermezar kir û diyar kir ku ew beşek ji rêzeêrişên li dijî civaka êzidî ye, bi taybet hemwextî salvegera 10ˊemîn a fermana 74ˊan a Şengalê.

Siyasetmedara sûriyeyî ya muxalif Dr. Semîre El Mibeyd got armanca dewleta Tirk ji normalîzekirina bi hikumeta Şamê re ew e ku rê li pêşiya guhertina siyasî ya li Sûriyeyê bigire.

Xelkê Qamişlo ji malbata şehîd Sîwan Şakir Îsa ya endama Desteya Jinan a Kantona Cizîrê re li pêş mala malbata şehîd a li taxa Kornîş sersaxiyê dixwaze, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarê Şêran ê kantona Firatê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji navenda bajêr meşekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li ser dika Şehîd Musena Ebdulkerîm Mîhrîcana 5ˊan a Zarokan a kantona Tebqayê bi diruşma ˊEz zarok im, ez pêşeroj imˊ li dar dikeve, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê bi diruşma ˊBi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî em Rêber Ocalan azad bikinˊ kongreya xwe ya 5ˊan li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa bajarokê Şedadê li hola meclisê ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê civîneke girse li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarokê Til Hemîsê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji pêş navenda Trafîkê meşekê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Jinan a MSDˊê li ser ilmanî û pêwîstiya wê ji bo rewşa Sûriyeyê li hola civînan a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê panelekê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Dêrikê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşek li dar dixe, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê ji bo gerîlayê HPGˊê Canfeda Efrînê li gundê Helîsa merasîma xiyabî li dar dixe, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê ji pêş hola 8ˊê Adarê ya civînan a li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê meşekê li dar dixe, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Paratinê yên Medyayê û bîranîna şehîdên 14ˊê Tîrmehê li bajarokê Ehdas meşekê li dar dixe, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)