Balafirên dagirkeriyê bênavber gundên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin

Balafirên dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî Girê Biharê yê girêdayî Zapê, gundê Bêsimte yê Garê û gundê Mezî yê navçeya Amediyê ya Dihokê bombebaran kirin.

Balafirên dagirkeriyê bênavber gundên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin
9 tîrmeh, 2024   23:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bênavber didomin. Dewleta Tirk a dagirker ku bi hezaran leşker û bi sedan wesayîtên zirxî li axa Başûrê Kurdistanê bi cih kirine, zextê li gundiyan dike û wan neçarî koçberiyê dike.

Di dîmenên ku çavkaniyên herêmî dane ajansa Rojnews’ê de, tê dîtin ku dewleta Tirk a dagirker Girê Bihar ê Zapê bi dijwarî bombebaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hemwext êrişek hewayî bir ser gundê Bêsimte yê Garê.

Li aliyekî din jî balafirên dewleta Tirk a dagirker deverên nîştecihiyê yên gundê Mezî yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê bombebaran kir û gund bi rêya bombebaranên balafiran vala kirin.

Der barê ziyanên bombebaranan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin, heta niha têkildarî êrişan tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.