ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-12-2025
10 kanûn, 2025   02:00

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Dêrikê û endamekî PYDˊê diyar kir ku serdana Komîsyona Parlamentoyê bo Îmraliyê gaveke erênî ber bi ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê ve ye. 

Siyasetmedar Riyad Derar diyar ku piştî salekê ji hilweşîna rejîma Baasê, sûriyeyiyan tu guhertinek rastîn nedîtiye. Derar got hikumeta veguhêz kiryarên hegemonîk ên mîna yên rejîma berê dike. Her wiha da zanîn ku hêviya ji bo avakirina hikumeteke neteweyî ya berfireh têk çûne.

Li Kampa Waşûkanî ji ber baranê çadir di bin avê de man û li kolanên wê golên avê çêbûne. Koçberan banga destwerdana lezgîn kir û diyar kir ku daxwaza wan a sereke vegera ewle ya li warê xwe ye.

Piştî ku Sûriye derbasî qonaxa hikumeta veguhêz bû, rewşa tevlihev serwer bû û tundî zêde bû. Di vê rewşê de jin bi şer û aloziyan re rû bi rû bûn û hin caran bedenên wan wek amûrên zextê hatin bikaranîn.

Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê Rêxistina Mafên Mirovan a sûriyeyê çalakiyekê li pêş avahiya Komîseriya Penaberan a NYˊyê ya li Qamişloyê li dar dixe, 10.00ˊan, Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li pêş navenda xwe ya li Qamişloyê daxuyaniyekê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd dide, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo gerîlayê HPGˊê şehîd Şîlan Çiya (Emîne Helîle) ya ku li Zapê şehîd di 2024ˊan de şehîd bûye, merasîmeke xiyabî li bajarokê Sefiya ya Hesekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantoan Reqa civîna xwe ya nîvê salê li avahiya Meclisê ya Reqayê li dar dixe, 10.00ˊan, BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Sûriya Demokratîk a kantona Reqayê atolyeyekê li hola civînan a meclisê ya Reqayê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Rewşenbîrên kantna Cizîrê Sibebuhêrkek helbestan li nivîsgeha yekitiyê li dar dixe, di çalakiyê de helbestvan Mistefa Sîno û Ehmed Ebdureuf helbestan dixwînin, 11.00ˊan. BI WÊNE  DÎMEN

Xelkê kantona Firatê cenazeyê şeravanê QSDˊê şehîd Ehmed li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê oxir dike, 14.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Mîhrîcana Orkêş a 3ˊyemîn çalakiyên xwe di roja 3ˊyemîn de li hola Serdem a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi dawî dike, 15.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN