Biryara Şaredariya Gel: Jenerator dê 2 saetan bixebitin
Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi biryarekê ragihand ku mazota ji bo erebeyan dê ji bo xebitandina jenartoran bi kar bîne.
Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di 6′ê Kanûnê de ragihand ku ji ber ambargoya li ser taxan a ji aliyê hikumeta Şamê ve miqdara mazotê kêm bûye. Her wiha diyar kir ku dê jenartor bi şevê neyên xebitandin.
Beriya çend saetan şaredariyê bi biryarekê ragihand ku dê jenartorên li her du taxan ku hejmara wan 49 jenartor in, ji îro ve bi şevê du saetan werin xebitandin. Şaredariyê destnîşan kir ku buhayê amperan dê wekî xwe dimîne ku hefteyê 3 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.
Di biryarê de ampera jenartorên ji bo pêşesazî û bazirganiyê yên bi roj têne xebitandin buha dibe ku ji 22 hezaran (Roja Înê ne di nav de) dibe 28 hezar û 500 lîreyan û tevî roja Înê dibe 32 hezar lîreyan.
Li gorî rêveberên Şaredariya Gel, Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê miqdareke mazot da Komîteya Jenartoran da ku jenartor bi şevê du saetan werin xebitandin.
Têkildarî jêdera mazotê ku meclisê bi dest xistiye, piştî biryara rawestandina xebatên tevahî saziyên sivîl ên meclisê, parên wan mazotê ji bo Komîteya Jenartoran hatin veguhestin.
Ji ber ambargoyê Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di 2′ê mijdarê de bi biryarekê rawestandin tevahî xebatên xizmetguzarî ragihand.
(bb)
ANHA