PYD: Ji provokasyonan dûr bikevin!

PYD‘ê li dijî provokasyonan hişyarî da û bang li pêkhateyan kir ku ji zimanê nefretê û belavkirina gotegotan dûr bisekinin, aştiya navxweyî jî biparêzin.

PYD: Ji provokasyonan dûr bikevin!
9 cotmeh, 2026   23:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê provokasyonên li Hesekê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Sûriye di qonaxeke veguhêz a hesas û girîng re derbas dibe. Ji hemû hêzên siyasî û civakî tê xwestin ku berpirsiyariyên xwe yên nîştimanî û dîrokî bi cih bînin, diyalogan di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de xurt bikin û ji bo avakirina baweriyê bixebitin. Di vê çarçoveyê de, di demên dawîn de gavên pêşketî di warê pêkanîna Peymana 29‘ê Çileyê de hatine avêtin. Ev gav ji bo xurtkirina îstîqrarê û yekgirtina hewldanan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk dê bibe alîkar.

Lê em dibînin ku di demên dawîn de bûyer û aloziyên ewlehiyê li herêmê pêşketin. Ev pêşketin bi şehadeta endamekî Foca Efseriya Qamişlo dest pê kir, piştre bi êrişa li ser wesayîta hêzên ewlehiyê, bûyera şehadeta Sîpan, bûyerên li Kobanê û herêmên din rû dan dewam kir. Ev pêşketin hemwextî zêdebûna zimanê nefretê û provokasyonê li ser torên meyda dijîtal zêde bûn ku aştiya navxweyî dixe xetereyê û rê li ber zêdebûna aloziyê û parçebûna civakê vedike.

Em Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi fikar li van pêşketinan dinêrin û teqez dikin ku pêwîst e bi berpirsyarî, aqilmendî û dûrî bertekên bilez nêzî van pêşketinan bibin.

 Gûrkirina aloziyan di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de ne tenê aştiya navxweyî û tevna civakê dixe xetereyê, lê di heman demê de dibe ku ji bo vegerandina Sûriyeyê li pergala navendî û yekrengiyê, ji bo astengkirina mafên destûrî û misogeriyên mafên gelê Kurd, ji bo pêşîgirtina li beşdariya rastîn a pêkhateyan, bi taybetî Kurd, di avakirina Sûriyeya nû de û têkbirina destkeftiyan di bin dirûşmeya sepandina desthilatdariya dewletê û rewaîtiyê de, were bikaranîn. Her hewldaneke ferzkirina dûrxistin û serdestiyê dê bibe sedema windakirinê ji bo hemû Sûriyeyan û têkbirina aramî û hevbeşiya ku tê xwestin were pêkanîn.

 Li ser vê yekê, em bang li gelê xwe dikin ku nekevin bin bandora zimanê nefretê û belavkirina gotegotan. Em bang li hemû saziyên rêveberî û ewlehiyê û aliyên têkildar ên parêzgeha Hesekê dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, ji bo eşkerekirina rastiya van bûyeran û hesabpirsîna ji berpirsên wan tevbigere, her wiha parastina welatiyan û domandina ewlehî û îstîqrarê misoger bikin. Di heman demê de, em bang li hêzên siyasî, civakî û ragihandinê dikin ku di aramkirina rewşê, redkirina provokasyonan de bibin alîkar û berjewendiya giştî li pêş bixin.

Parastina aştiya navxweyî û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de berpirsiyariyeke hevpar e. Ji bo ev pêk werin pêwîstî bi aqilmendî, hevgirtin, diyalog û xebatê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û pirrengî hene ku rêzê li mafên hemû welatiyên xwe bigire û beşdariya wan a rastîn û jiyana wan a bi rûmet û wekhev garantî bike."