Li Derayê di encama êrişê de 2 zabîteyên gumrikê birîndar bûn

Desteya Giştî ya Deriyên Sînorî û Gumrikan ragihand ku wesayeteke wan ji hêla kesên nenas ve li ser rêya Şam-Derayê rastî êrişekê hat, di encamê de 2 endamên wan birîndar bûn.

 Li Derayê di encama êrişê de 2 zabîteyên gumrikê birîndar bûn
10 cotmeh, 2026   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (9 Cotmeh) danê êvarê kesên nenas li nêzî pira Ezri ya parêzeha Derayê ya li ser rêya Şam-Derayê wesayîta Zabîteya Gumrikê ya girêdayî Desteya Giştî ya Deriyên Sînorî û Gumrikan gulebaran kir û di encamê de 2 zabîte birîndar bûn.

Desteyê diyar kir ku ew ji bo naskirina berpirsyarên êrişê bûyerê dişopînin.

(sb)