ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1- 6 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1- 6 – 2025
1 hezîran, 2025   02:00

Şêxên eşîrên Ereban diyar kir ku Rêveberiya Xweser nimûneya yekitiya Sûriyeyê ye, her wiha bang li desthilata Şamê kir ku bi tevkariya QSD’ê dest bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Fîlmên ku derhêner Dêrsim Zêrevan çêdike ji çîrokên xeyalî dûr in û bêhtir nêzî rastiyê ne. Di naveroka wan fîlman de têkoşîna şervanên jin ên Kurd û êşên civakan tên vegotin. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedarên li kantona Tebqayê tekez kir ku eger xebatên Komîsyona Dadweriya Pêvajoya Derbasbûnê tenê ji bo lêkolînkirina sûcên rejîma berê bin, dê sûcên li dijî gelê Sûriyeyê dewam bikin û divê sûcên dewleta Tirk û yên DAIŞ`ê jî bên lêkolînkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Çareseriya pirsgirêka azadiya jinan yek ji stûnên esas ê tevgera azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo ye. Rêber Apo gelek nirxandin û analîzên sosyolojîk, dîrokî û felesfî di bara jinan de wek nasnameyeke civakî kirine. A rast, Rêbertî girîngî û pêşîniya mijara azadiya jinan di ser meseleya Kurd re destnîşan kiriye. Ev şîrove girîngiya azadiya jinan û li pey wê azadiya civakê ye. Di rastiya civakî ya Kurdistan û Rojhilata Navîn de rastiyeke aşkera ye ku bingeh û pîvana azadiya civakî azadiya jinan e. BI WÊNE

Kongra Star li bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Birak û Şehadê yên kantona Cizîrê der barê sûcên qetilkirina jinan daxuyaniyekê dide, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Bijîşkên kantona Firatê der barê tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê komxebatekê li dar dixin, (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN