‛Fedakariyên şehîdan rêça azadî û rûmetê xêz dikin’

Li Qamişloyê ji bo gerîlaya HPG’ê Ozgur Erdal a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye merasîmek xiyabî hat lidarxistin. Di merasîmê de hat gotin fedakariyên şehîdan rêça azadî û rûmetê xêz dikin.

‛Fedakariyên şehîdan rêça azadî û rûmetê xêz dikin’
‛Fedakariyên şehîdan rêça azadî û rûmetê xêz dikin’
‛Fedakariyên şehîdan rêça azadî û rûmetê xêz dikin’
‛Fedakariyên şehîdan rêça azadî û rûmetê xêz dikin’
‛Fedakariyên şehîdan rêça azadî û rûmetê xêz dikin’
31 gulan, 2025   23:38
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ji bo şehîd Ozgur Erdal (Hemîda Hamo) li taxa Kornîş merasîmek xiyabî li dar xist.

Gerîlaya Hêzên Parastina Gel (HPG) Ozgur Erdal di 21’ê Çileya 2025’an de li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Di merasîmê de şêniyên bajarê Qamişlo û endamên saziyên civaka sivîl amade bûn. Şêniyan diruşmên "şehîd namirin" berz kirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre endama Meclisa Malbatên ŞehîdanCewahir Osman axivî û got: ‘’Şoreşa ku zêdetirî 54 sal e berdewam dike, ji cîhanê û dîroka mirovahiyê re îsbat kir ku jin ji mêran biserkeftîtir in.”

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî jî axivî û got şehîd Ozgur û Besê mînaka fedayetî û wefedariyê bûn û di oxira welatekî azad û jiyanek birûmet de canê xwe da.

Endama Kongra Star Xebat Beşîr jî wiha got: "Em ji hemû malbatên şehîdan, ji malbata şehîd Ozgur re sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê wê de hemû şehîdên azadiyê û yên jin bi bîr tînin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

(ac/fr)

ANHA