ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-11-2023
1 mijdar, 2023   02:00

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevger û rêxistinên siyasî, çandî, hunerî, wêjeyî, civakî, jin û ciwanan bi çalakiyên cuda piştgirî da pêngava cîhanî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî".(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Ehmed Xidir temenê xwe yê ciwantiyê di xwedîkirina malbata xwe de borand, dema ku mezin bû erka parastina welatê xwe bi cih anî.(BI WÊNE Û DÎMEN).

1′ê Mijdarê anku Roja Piştgiriya bi Berxwedana Kobanê ya Cîhanê re qonaxeke dîrokî di yekitiya civakî ya li hemberî xetereya DAIŞ′ê de ye. Li dijî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî banga piştevaniya navneteweyî tê kirin. (BI WÊNE Û)

Rojnamevanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê revandina rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK′ê ve şermezar kir û got, Silêman heqîqetê û berxwedana civaka Kurd radighîne. Rojnamevanan bang li rêxistinên têkildar kir ku ji bo Silêman Ehmed bê berdan, erkên xwe bi cih bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên PYD`ê şaxê herêma Efrînê bertek nîşanî xiyaneta PDK/ENKS`ê ya li gelê Kurd da û gotin: “Em ê bi têkoşînê dawî li vê xiyanetê bînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Niştecihên li herêmên  di bin kontrola hikumeta Şamê de ji ber bihabûnê di nava aloziyên jiyanî de xeniqîne.  Hikumeta Şamê hemwextî zêdekirina muçeyên karmendan, sotemenî  biha kir. Di encamê de rewşa aloztir bû. (BI WÊNE)

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê panelek bi navnîşan "Bi hev re dagirkeriyê tune bikin û veguhertina demokratîk li Sûriyeyê pêk bînin" li Navenda Çand û Huenrê li dar dixe saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê tev li merasîma sersaxiyê ya şervanê QSD`ê Ezam Hesekê (Xalit Horan Etiye) û şervan Heyder Hesekê (Ebdulezîz Xelîfe) li taxa Miftî dibin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ya Helebê bi boneya roja piştgiriya bi berxwedana Kobanê re li qada Şehîdan a rojavayê taxê, daxuyanî dide saet di 10:00`an de. Di heman çarçoveyê de meclisên navçeyên kantona Qamişlo li Tirbespiyê, Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa daxuyaniyên cuda didin saet di 10:00`an û 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Rêveber a Rêveber a Herêma Firatê bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanî, li parka 19`ê Tîrmehê şahiyekê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çalakiya konvedanê ya li Helebê di roja duyemîn de berdewam e saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Hesekê bi boneya roja Kobanê ya cîhanî li goristana şehîd Dijwar a gundê Dawûdiye yê Hesekê saet di 17:00`an de û li navçeya Dirbêsiyê li goristana Şehîd Rustem Cûdî saet di 15:30`an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi boneya roja Kobanê ya cîhanî Meclisa Gel a Dêrikê li ber avahiya meclisê saet 10:00`an, Meclisa Gel a Til Hemîsê li pêşiya navenda meclisê saet 10:00`an, Meclisa Gel a Tirbespiyê li pêşiya avahiya meclisê saet 12:00`an, Meclisa Gel a bajarê Qamişlo li pêşiya avahiya meclisê saet 11:00`an, Meclisa Gel a Girkê Legê li pêşiya avahiya meclisê saet 10:00`an û Meclisa Gel a Çilaxa jî li pêşiya avahiya meclisê saet 10:00`an daxuyaniyan didin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7`emîn Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê (Sala Melayê Cizîrî) lidardixe. Mîhrîcan saet 16:00`an li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo dest pê dike. Mîhrîcan ji sibe heta 3`ê Mijdarê dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şênî sersaxiyê ji malbata şervanê QSD`ê Lewend Til Hemîs (Faris Hamid Sefûk) re dixwazin, saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)