Li Derayê kuştin, revandin û bazirganiya hişbirê

Li deverên cuda yên parêzgeha Derayê ya Başûrê Sûriyeyê di rojekê de 3 bûyerên kuştin, êrişkirin û revandinê pêk hatin. Di encama wan bûyeran de 2 kes hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Li Derayê kuştin, revandin û bazirganiya hişbirê
1 mijdar, 2023   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), duh êvarê li bajarokê Etman çekdarên nenas gule li jinekê û zaroka wê ya 2 salî reşandin û di cih de kuştin. Kujer ji cihê bûyerê reviyan.

Li bajarokê Merebe yê rojhilatê Derayê jî çekdarên nenas dema hewl da zarokekî birevînin zarok birîndar kir. Li gorî agahiyan, bavê zarok bazirganiya hişbirê dike.

Li aliyekî din jî, li bajarê Dail ê bakurê Derayê çekdarên nenas gule li ciwanekî reşandin û birîndar kir, piştre ji herêmê reviyan.

(c)