ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-10-2025
1 cotmeh, 2025   02:00

Ji 25 salan zêdetir e desthilata Tirk bi awayekî sîstematîk rê li ber parêzer û malbata Rêber Abdullah Ocalan girtiye ku hedîtinan pê re bikin, ji bilî çend hevdîtinên sînorkirî. Her wiha polîtîkayeke tecrîdê ya hişk û domdar jî pêk tînin. Ev kiryar li dijî hemû pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ne. Bi Wêne Û Dîmen

Komîteyên ji bo lêkolînkirina komkujiyên li Siwêda û peravê hatine kirin, heya niha tu rapor der barê berpirsên komkujiyan de pêşkêş nekirine. Malbatên qurbaniyan bi fikar in ku berpirsên van komkujiyan bê hesab werin hiştin.

Di Mîhrîcana Şevên Firatê de hunerên cur bi cur ên jinan bal kişand. BI WÊNE Û DÎMEN

Çeteyên DAIŞ’ê di meha Îlonê de 11 êriş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn û hewl da malbatên DAIŞ’ê ji kampan birevînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Lêkolîner Welîd Çolî destnîşan kir destwerdanên dewleta Tirk dibin sedem ku astengî li pêşiya itîfaqên li Sûriyeyê çêbin, hikumeta veguhêz bê îrade ye û got “Sîstema navendî aloziyan derdixe, a girîng li Sûriyeyê pêkanîna pergala nenavendî ya demokratîk e.” BI WÊNE Û DÎMEN

Di meha Îlona 2025ˊan de li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de û herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, 267 kes hatin kuştin.

Baxê ku di dema rejîma Baasê de hatiye amedekirin û di salên borî de zirar dîtibû, bi navê “Baxê Giştî yê Çand û Hunerê” ji nû ve tê amedekirin. Bi Wêne Û Dîmen

Hevserokatiya MSD'ê serdana kampên Waşokanî û Serêkaniyê yên koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî dike û bi şêniyan re dicive (09:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Hemîsê merasîma oxirkirina şervanê QSD'ê şehîd Ferec Qemer El Îd li pakrewangeha bajêr li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Amûdê şehîdên Tîrmeh, Tebax û Îlonê li hola PYD'ê ya bajêr bi bîr tînin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lehengiya handbulê ya jinan a Şehîd Ronahî Amanos li hola Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Jineolojî rojnamevan û aktîvîsta Kurd şehîd Nagîhan Akarsel li pakrewangeha Dêrikê bi bîr tînin (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Suryanî bi boneya salvegera damezirandina xwe şahiyekê li hola Golbenkyan a bajarê Qamişlo li dar dixe (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN