Şandeya jinan serdanên xwe berdewam dike

Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Sat Galen ê Swîsrayê bi parlamenterên jin ên Partiya Kesk a Swîsrayê û Partiya Çep a Sosyalîst re civiya. Di civînê de rewşa jinan li Sûriyeyê bi giştî, piştî hilweşîna rejîma Baasê, hat nîqaşkirin.

Şandeya jinan serdanên xwe berdewam dike
30 îlon, 2025   22:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Sat Galen ê Swîsreyê bi parlamenterên jin ên Partiya Kesk a Swîsreyê û Partiya Çep a Sosyalîst re civiya.

Di civînê de rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baasê hatin nirxandin. Pirsên bingehîn li ser zehmetiyên ku jin di veguherînên siyasî û civakî de pê re rû bi rû dimînin û rola wan di avakirina civakeke dadmendtir û wekhev de hatin kirin.

Di civînê de, şandeyê teqezî li ser pêwîstiya dabînkirina piştgiriya siyasî û pêşxistina diyalogê di navbera sûriyeyiyan de ji bo dîtina çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re kir, di heman demê de teqezî li ser parastina mafên jinan û bicîhanîna bendên Peymana 10’ê Adarê, kir.

Civîn beşeke gera ewropî ya şandeyê ye ku 6’ê Îlonê dest pê kiribû. Şandeyê serdana Fransa, Almanya û Swîsrayê kir. Di wan serdanan de, bi kesayetên siyasî, parlamenter û jinan re civiya, dozên jinan, dosyaya mirovî, xetereyên vegera DAIŞ`ê û rêbazên avakirina Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî nîqaş kirin.

Hêjayî gotinê ye ku şande ji rêvebera Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Şehrazad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û seroka Yekîtiya Jinên Suryan Corcêt Bersûm pêk tê. Şande gera xwe ya Ewropayê didomîne.

(ac/şx)