Li taxeke Humsê bombeyek teqiya

Li taxeke Husmê 2 çekdaran bombeyek avêtin ofîseke avahîsaziyê. Di encamê de welatiyek birîndar bû û zirarên madî li ofîsê hatin.

Li taxeke Humsê bombeyek teqiya
30 îlon, 2025   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

2 çekdarên ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, bombeyeke destan avêtine, ofîseke avahîsaziyê ya li taxa Zehra ya bajarê Humsê. Piraniya niştecihên taxê elewî ne.

Li gorî çavkaniyên xwecih, di encamê de welatiyek birîndar bû ku ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê û zirarên madî li ofîsê hatin.

(şx)