ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09 – 07 – 2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09 – 07 – 2026
9 tîrmeh, 2026   02:00

- Şêniyên Tirbespiyê diyar kirin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan wê bibe azadiya tevahî gelan û dê pirsgirêkên ku der dikevin bi fikra xwe çareser bike. BI WÊNE Û DÎMEN

- SZK`ê sala 2007`an veşartî dixebitî bi şoreşê re gihîşte asta meteryalên xwendinê amade bike, 80 hezar xwendevan ji saziyê mewzûn bûn niha têdikoşe da ku zimanê kurdî bi zimanekî fermî li Sûriyeyê. BI WÊNE Û DÎMEN

- Ji ber rawestandina belavkirina para mazotê li ser şaredariyan, jenenratorên kehrebeyê û sektora veguhestinê, bandor li xizmetguzariya giştî tê kirin. Şênî jî daxwaza peydakirina çareseriyekê dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li bajarê Qamişlo şêniyên taxa Cûdî gazinca Şaredariya Bajar a Qamişlo dikin û Şaredarî gancên wan paşguh dike û pirsgirêka wan çareser nake. BI WÊNE Û DÎMEN

- Xebata paqijiya giştî ya ku Meclisa bajarê Til Temirê û bajarokê Qibûr El Qeracine bi hevkariya Şaredariya Gel re daye destpêkirin, didome, saet 09.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarokê Maşûq ê Tirbespiyê semînerekê dide, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Di çarçoveya Kampanyaya ku şêniyên Kobanê bi beşdariya çalakvan, rojnamevan û rewşebîran daye destpêkirin de, bi daxwaza parastina navê Kobanê û tesbîtkirina wê di belgeyên fermî de, meşek û çalakiyek protestoyî tê lidarxistin, meş ji Çerxerêya Aştî ber bi Qada Jina Azad ve dest pê dike, saet 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN