Li gelek deverên başûrê Îranê teqîn

Li hejmarek deverên Îranê rêzeteqînên hemwext pêk hatin.

Li gelek deverên başûrê Îranê teqîn
8 tîrmeh, 2026   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê, li hejmarek deverên başûrê Îranê rêzeteqîn çêbûn, hemwextî wê pergalên parastina asîmanî hatin aktîvkirin.

Çapemeniya Îranê daxuyand ku li bajarê Bender Ebas ku mezintirîn benderên Îranê bi ser Kendavê ve ye dengê teqînê hat bihîstin.

Raporên çapemeniyê bi bîr xist ku pergalên parastina asîmanî yên Îranê li girava Sêrkê ketin xizmetê, dengê teqînên xurt ji girava Lawan hat bihîstin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro gotibû ku dibe ku Amerîka di saetên pêş de êrişên nû li dijî Îranê pêk bîne û dosyaya Îranê hîna di rojeva pêşîn a rêveberiya wî de ye.

(fr)