ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-06-2026
9 hezîran, 2026   02:00

- Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de girîng e û divê dewleta Tirk rêzê bide mafên qanûnî û mirovî.  BI WÊNE Û DÎMEN

- Helbestvan û nivîskarên jin diyar kir ku divê wêjevanên jin pirsgirêka zayendperestiyê belge bikin û nasnameya çandî ya jinan biparêzin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li Iraqê der barê siberoja komên çekdar de nîqaş zêde dibin. Zext hene ku hêzên Heşdî Şabiyê ji nû ve werin birêxistinkirin û çekan di bin kontrola dewletê de kom bikin, di heman demê de hikumeta Herêma Kurdistanê dixwaze statuya pêşmergeyan wekî hêzeke destûrî ya serbixwe biparêze.

- Hikumeta demkî Biryarnameya 109‘an a girêdayî gumrikê derxist û welatiyan li hemberî vê biryarnameyê nerazîbûna xwe anîn ziman û got kel û pel li bazarê gelekî biha bûne. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şêniyên bajarên herêma Cizîrê ji ber bihabûna elektrîkê nerazîbûn nîşan dan. Desteya Enerjiyê diyar kir ku buhayên nû ji hêla Wezareta Enerjiyê ya hikumeta demkî ve hatine diyarkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Hikumeta demkî hewl dide hin navçeyên Hesekê wekî "herêmên Ereban" cuda bike û herêma Kurdan qels bike. Ev yek bûye sedema nerazîbûnan ku polîtîkayên berê yên "Kembera Erebî" li herêmê ji nû ve têne vejandin.

- Nûnerê Rojava di 24’emîn xebatên Desteya Giştî ya KNK’ê de diyar kir ku qonaxa heyî xwe li ser tevahî hêzên Kurd ferz dike ku bi hev re li hember astengî û xeteriyên hebûna gelê Kurd û nasnameya wî tehdîd dikin bixebitin. BI WÊNE Û DÎMEN