Li Helebê kesek ji aliyê 2 çekdarên nenas ve hate kuştin

Li taxa Henano ya Helebê keseki bi navê Elaa Cewad ji aliyê 2 çekdarên li ser motorsîkletê ve hate kuştin.

Li Helebê kesek ji aliyê 2 çekdarên nenas ve hate kuştin
9 hezîran, 2026   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku 2 kesên li ser motorsîkletê, li nêzî Dibistana El Nabiga El Zibyanî ya tax Henano ya Helebê, gule li kesê bi navê Elaa Cewad barandin. Di encama gulebaranê de Cewad hate kuştin û êrişkar ji cihê bûyerê reviyan.