ˋYekrêziya Kurdî pêwîstiyeke neteweyî yeˊ

Nûnerê Rojava di 24’emîn xebatên Desteya Giştî ya KNK’ê de diyar kir ku qonaxa heyî xwe li ser tevahî hêzên Kurd ferz dike ku bi hev re li hember astengî û xeteriyên hebûna gelê Kurd û nasnameya wî tehdîd dikin bixebitin. 

ˋYekrêziya Kurdî pêwîstiyeke neteweyî yeˊ
9 hezîran, 2026   07:55
QAMIŞLO

Roja şemiyê (06 Hezîran) 24’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê bi beşdariya 300 delegeyan li bajarê Venlo ya Hollandayê dest pê kir. Civîna ku bi dirûşmeya “Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk” hat lidarxistin 2 rojan dewam kir.

Girêdayî mijarê Ebdulkerîm Omer ji ajansa me re behsa beşdarbûna xwe di xebatên desteyê de wekî nûnerê Rojavayê Kurdistanê kir û got girîngiya wê civînê ji dema wê hestiyar, xeterî û astengiyên cidî yên li derdora gelê Kurd tê ku hebûn û nasnameya wî tehdîd dike.

Omer bal kişand ser destkeftiyên li Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk hatine ku îro rûbirûyî astengiyên çarenûsî kir û anî ziman ku pêdivî bi berpirsiyariyeke niştîmanî û xebateke hevbeş di navbera tevahî hêzên Kurdî de li hember van astengiyan heye.

Omer got: "Pêşdeçûnên dawî yên li Rojava û şikandina ji ber peymanên herêmî û navneteweyî ku li ser hesabê gelê Kurd hatine îmzekirin di nîqaşên civînê de cihekî xurt girt. Di nîqaşan de hat gotin ku ev ezmûn ji bo stratejiya Kurdan û tevahî hêzên demokratîk li herêmê xwedî cihekî girîng e."

Di dewama axaftina xwe de Omer wiha anî ziman: "Bi beşdarbûna min di rûniştinên konferansê de, min di nav beşdaran de lihevkirinek berfireh dît ku qonaxa heyî hem xetere û hem jî derfetan bi xwe re tîne. Li kêleka hewldanên ji bo jinûve xêzkirina hevsengiya hêzê li herêmê, ji bo Kurdan derfetên rastîn hene ku mafên xwe yên rewa xurt bikin û hebûna xwe ya siyasî û yasayî li gorî peymanên navneteweyî û mafên gelan xurt bikin."

Omer anî ziman ku di civînê de bangewazî derket holê ku gavên ber bi lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd a berfireh ve bilezînin. Ji ber ku çarçoveyeke ku dikare enerjiyên curbixur ên Kurd bîne cem hev, vîzyona siyasî û dîplomatîk bike yek. Wê di parastina destkeftiyên neteweyî û xurtkirina helwesta Kurdan li ser astên herêmî û navneteweyî de biparêze û xurt bike."

Omer wiha berdewamî da axaftina x we: "Peyama Rêber Abdullah Ocalan ji bo konferansê jî girîngiyeke taybet hebû, ji ber ku tê de bangeke aşkera ji bo diyalog, lihevkirina neteweyî û derbaskirina cudahîyên teng ên partîzanî hebû. Ev bang li gorî xwestekên piraniya gelê Kurd e, ku li benda qonaxeke nû ye ku bi yekitî, hevkarî û şirîkatîya neteweyî tê xuyakirin."

Ebdulkerîm Omer destnîşan kir ku îro pêdiviya Kurdan ji her demê zêdetir bi avakirina zemîneke hevbeş heye ku tevahî hêzên û arasteyên siyasî li dora berjewendiya neteweyî ya bilind bicivîne. Omer got: "Astengiyên rûbirûyî gelê Kurd barekî mezin e ku tenê aliyek nikare tehemul bike. Pêdiviya parastina destkeftiyên şehîdan jî bi vîneke komî û vîzyoneke stratejîk a yekgirtî heye."

Omer anî ziman ku "Di konferansê de bal hat kişandin ku hîna pirsgirêka Kurd zindî ye û dikare hebûna xwe ferz bike. Yekrêziya Kurdan êdî ne tenê daxwazeke siyasî ye, lê bûye pêwîstiyeke niştîmanî û dîrokî ku xwezaya merheleyê û girêkbûnên veguherînên herêmê ferz dike."

Nûnerê Rojava ya di 24’emîn xebatên Desteya Giştî ya KNK’ê de Ebdulkerîm Omer wiha dawî li gotina xwe anî û got: "Li ser milê tevahiyan weke partî, sazî, kesayetên niştîmanî, rewşenbîr, civak û jinan e ku bi berpirsiyariya xebata hevbeş rabin, da ku vê vîzyonê veguherînin rewşeke berbiçav. Da ku bikeve xizmetî gelê Kurd û mafên wî yên rewa misoger bike."

(fr)

ANHA