Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, Roja Şehîdan û piştgiriya YPJ’ê dê çalakî werin lidarxistin

Li seranserî Rojava dê di vê mehê de bi boneyên Roja Zimanê Kurdî, Roja Şehîdên Çandê û ji bo piştgiriya YPJ'ê çalakî werin lidarxistin.

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, Roja Şehîdan û piştgiriya YPJ’ê dê çalakî werin lidarxistin
9 gulan, 2026   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Rojava dê di vê mehê de (Gulan) bi boneya 11'ê Gulanê Roja Şehîdên Çand, Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulanê) û ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel (YPJ) çalakî werin lidarxistin.

11'ê Gulanê bi boneya Roja Şehîdên Çandê dê çalakiya bîranînê li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê were lidarxistin, saet 18.00.

Bi boneya 18'ê Gulanê Roja Şehîdên Kurdistanê dê li bajar û bajarokên Rojava civînên gel werin lidarxistin. Cih û demên civînan dê ji aliyê meclisên herêman ve werin diyarkirin.

Di çarçoveya Kampanyaya "Em Hemû YPJ ne" û "YPJ hebûna me ye" de ku ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Rojava ve hatiye ragihandin dê 10'ê Gulanê li Zirganê, 12'ê Gulanê li Girkê Legê, 13'ê Gulanê li Tirbespiyê, 17'ê Gulanê li Til Temirê û 21'ê Gulanê li Hesekê konser werin lidarxistin.

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) ji bo piştgiriya YPJ'ê dê li Qamişlo, Dirbêsiyê, Hesekê û Dêrikê konseran ji bo piştgiriya YPJ'ê li dar bixe. Cih û demên konseran dê piştre werin diyarkirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî wê 14'ê Gulanê meşekê li dar bixe.

Meclisa Wêjeyê ya Rojava-Qamişloyê bi dirûşma “Zimanê me mafê me yê rewa ye” bi rasthatina Cejna Zimanê Kurdî (15`ê Gulanê) li çend rojan li bajarên Qamişlo û Tirbespiyê dê çalakiyan li dar bixe.

Her wiha li gund, bajar û bajarokan dê civîn bi mijara entegrasyonê werin lidarxistin.

(bb)

ANHA