ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-01-2026
9 ÇILE, 2026   02:00

Xelkê bajarê Çilaxa êrişên berdewam ên li dijî taxên Helebê yên ji hêla komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de şermezar kirin û hevgirtina xwe bi gelê wan taxan re nîşan da. BI WÊNE Û DÎMEN

Şahida berxwedana Bendava Tişrînê diyar kir ku êrişa li ser bendavê beşeke plana qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û berxwedana gel bersiveke xurt a binkeftina dagirkirina bendavê bû û vîna pola ya gel îsbat kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Di her pêvajoyekê de ku berxwedana gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi pêş ve diçe, dewleta Tirk bi planên qirêjî jinên ku pêşengiya wan pêvajoyê dikin, dike armanc. Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an û ya Kanûna 2022’yan ên li Parîsê, komkujiya 4’ê Çileya 2016’an a Silopiyê jî berdewama konsepteke qirkirinê ne. Endama PYD’ê ya Ewropayê Zozan Dêrik got “Tirseke mezin ji vîn û baweriya jinan, fikir û pêşengiya wan heye. Lê jin natirsin û îro jî pêşengiyê dikin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji bajarê Kobanê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan 27 sal e dîl hatiye girtin û êdî sebra wan nemaye, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişloyê sersaxiyê dide malbata şervanê QSDˊê şehîd Silêman Îsa Ehmed li bin konê li 4 kolanan tê vedan, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Heyva Sor a Kurd a bajarê Hesekê bi daxwaza vekirina korîdoreke mirovî ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve ji bo gihandina alîkariyan ji welatiyên asê mane re daxuyaniyekê dide, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî li dijî taxên Helebê çalakî tên lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star bajarê Çilaxa li Parka Xwendinê, ji bo bibîranîna Şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê çalakiyekê li dar dixe, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN