Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê li Eşrefiyê bersivên tund didin çeteyan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê ragihand ku şervanên wan bersiva hewldanên pêşketina çeteyên hikumeta demkî li derdora çerxerêya yekem a taxa Eşrefiyê ya Helebê didin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê li Eşrefiyê bersivên tund didin çeteyan
9 ÇILE, 2026   00:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di roja 3ˊyan de êrişên çeteyên hikumeta demkî li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didomin

Hêzan diyar kir ku niha li çerxerêya yekem a taxa Eşrefiyê pevçûnên dijwar rû didin, endam bi awayekî birêxistinkirî û xurt bersiva hewldanên ketina çeteyan li taxê didin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên çete bi zanabûn êrişî binesazî û taxên şêniyan dikin, çend car e Nexweşxaneya Xalif Fecir hat topbarankirin, kehrebe li ser nexweşxaneyê qut bû. Di encama êrişan de wêraniyek mezin bi taxan bûn û hejmarek welatî ji ber êrişan di bin kavilan de ne.

Ev êrişên berdewam gefan li jiyana welatiyan dixwin, karesata mirovî kûr dikin.

(fr)