ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-10-2025
8 cotmeh, 2025   02:00

Rojnamevan û çalakvana Sûriyeyî Insaf Silêtîn diyar kir ku êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê kiryareke plankirî ye. Insaf destnîşan kir ku êdî binpêkirin û komkujî bûne rêbazeke xeternak li tevahiya Sûriyeyê û hişyarî da ku ev êriş hewldanên lihevahtina neteweyî têk dibin û yekitiya welêt xerab dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ehmed Xelîl diyar kir ku gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan Komploya Navneteweyî têk bir û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kir navenda ramanên azad. Her wiha destnîşan kir ku bi têkoşînê êdî Kurdan tirs derbas kiriye û tu kes nikare Kurdan înkar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Endamê Tevgera Rêya Guhertina Aştiyane Cafer Elî diyar kir ku ji bo bidawîkirina krîza Sûriyeyê diyalogeke neteweyî ya berfireh hewce dike. Elî bal kişand ser girîngiya bikaranîna ezmûna Rêveberiya Xweser a demokratîk wek modeleke serkeftî ji bo avakirina welatekî dadperwer. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Siyasetmedar û çalakvanên jin ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku rêya çareseriya krîza Sûriyeyê pejirandina sîstemeke demokratîk a dûrî navendîbûn û zordariyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Berdevka Ragahandina YPJ`ê Sara Ronahî destnîşan kir ku fedaîtî û çalakiya hevrêyên wan Rêvana Rojava û Arîn Mîrkan ji bo wan û jinên cîhanê di asta fermanê de ye, divê piştî wê jin koletî û bindestiyê qebûl nekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Odeya Bazirganî û Aborî ya Meclisa TEV-DEM’ê ya Kantona Firatê konferansa xwe li avahiya Komîteya Lihevanînê ya bajarê Kobanê li dar dixe (10.00) (BI WÊNE Û DÎMEN).

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Îslama Demokratîk panelekê bi sernavê "Nêrîna siyasî û olî ya ser siberoja Sûriyeyê" li hola Navenda Çandê ya li bajarê Reqayê li dar dixe (10.00) (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên kantona Tebqayê bi merasîmekê şervanê QSD’ê şehîd Welat Xalid li pakrewangeha Şehîdan a Tebqayê oxir dike (10.00) (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê ji bo nirxandina rewşa siyasî civînekê ji jinan re li mezreya Celaa li dar dixe (10.00) (BI WÊNE Û DÎMEN).

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi boneya nêzîkbûna salvegera 6’emîn a dagirkirina Serêkaniyê panelê bi sernavê "6 sal ji koçberiya bi darê zorê..vegera ewle mafê me yê rewa ye" li bajarê Hesekê li dar dixe (10.00) (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên kantona Reqayê şervanê QSD’ê Îbrahîm Nîdal Omer li pakrewangeha Şehîdan li bajarê Hikumiyê oxir dike (11.00) (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî bîlançoya qezayên trafîkê civîneke çapemeniyê li bajarê Hesekê li dar dixe (11.00) (BI WÊNE Û DÎMEN).

Mala Jinan a bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dike (11.00) (BI WÊNE Û DÎMEN).

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşan li bajarên, Hesekê, Dirbêsiyê, Şedadê, Amûdê û Tirbespiyê li dar dixe (18.00) (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê bi boneya salvegera 6’an a dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê çalakiyekê li Parka Xwendinê ya li bajarê Qamişlo li dar dixe (18.00) (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA