Rêxistinên navneteweyî banga parastina şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

Rêxistinên navneteweyî bangeke mirovî ji bo parastina şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û rakirina dorpêçê kir.

Rêxistinên navneteweyî banga parastina şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
7 cotmeh, 2025   23:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Jeostratejîk ya Civaka Sivîl a Kurd, Komeleya Jinên Kurd a Awustiryayê ya Çand û Hunerê û Rêxistina Aştî û Geşepêdanê ya Almanyayê der barê êriş û ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek da.

 Rêxistinên navneteweyî destnîşan kir ku jin, zarok û temenmezinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber qutbûna xwarin, derman, av û kehrebeyê di rewşeke zehmet de ne.

Rêxistinan fikarên xwe ya ji ber pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan nîşan da. Her wiha banga rawestandina êrişên li  ser herdu taxan, parastina sivîlan, vekirina deriyên mirovî yên bi çavdêriya navneteweyî û pêşkêşkirina xizmet û alîkariyên mirovî kirin.

Rêxistinan bang li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hat kirin ku ji bo pêkanîna aştiyê diyalogê bikin. Bang li civata navneteweyî û rêxistinên navneteweyî jî kirin ku destwerdanê bikin, şer rawestînin û alîkariyan derbasî herdu taxan bikin.

 (mh)