ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-08-2026
8 tebax, 2026   02:00

Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît got, divê qanûna çarçoveyî demildest adilane were sepandin. Gulcan Kaçmaz anî ziman ku divê bi awayekî hiqûqî şert û mercên xebat û ragihandinê yên Rêber Abdullah Ocalan jî werin peydakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

13 sal û 27 sal, gava bi hejmar li her du jimaran dinêrim, ji guh û çavên min re çi qas demên dirêj, dûr û ji hev xerîb tên. Lê gava guhê xwe didim dengê dilê xwe, bi qasî henaseyeke ji nava kezeba min a ku tijî bêrîkirin derdikevin, nêzî min e

Koçberên ku li Kampa Serêkaniyê dimînin ji ber kêmbûna asta xizmetguzariyê li kampê, daxwaza misogerkirina vegera xwe ya ewle ya ji bo warê xwe kir. Koçberan da zanîn ku ji bo ku bikarin malên xwe yên wêrankirî ava bikin, divê destek jê re were pêşkêşkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar û çalakvan Elî El Emîn El Siwêd destnîşan kir ku encamên nakokiyên Îran û DYA-Îsraîlê dê siberoja Rojhilata Navîn û Sûriyeyê diyar bikin. El Siwêd daxwaz ji hikumeta Sûriyeyê kir ku baweriya hemû gelê Sûriyeyê bi dest bixe, eniya navxweyî bi hêz bike û sîstemeke demokratîk ava bike. (BI WÊNE)

Li bajarê Girke Legê 220 xwendevan li Akademiya Latşîn fêrî çêkirina bernameyên kompîturê û parastina sîber dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)