Bi xêzkirina wêneyekê hunermend Aram Tîgran bi bîr anî

Navenda Çanda Ermenî ya bajarê Dirbêsiyê ji bo bîranîna hunermend Aram Tîgran, wêneyê wî li ser dîwarê navenda çandê xêz kir.

Bi xêzkirina wêneyekê hunermend Aram Tîgran bi bîr anî
Bi xêzkirina wêneyekê hunermend Aram Tîgran bi bîr anî
Bi xêzkirina wêneyekê hunermend Aram Tîgran bi bîr anî
Bi xêzkirina wêneyekê hunermend Aram Tîgran bi bîr anî
Bi xêzkirina wêneyekê hunermend Aram Tîgran bi bîr anî
Bi xêzkirina wêneyekê hunermend Aram Tîgran bi bîr anî
Bi xêzkirina wêneyekê hunermend Aram Tîgran bi bîr anî
Bi xêzkirina wêneyekê hunermend Aram Tîgran bi bîr anî
8 tebax, 2026   00:02
HESEKÊ

Navenda Çanda Ermenî ya bajarê Dirbêsiyê bi boneya salvegera koça dawî ya hunermend Ermenî Aram Tîgran wêneyê wî li ser dîwar xêz kir.

Wêneya hunermend Aram Tîgran ji aliyê şêwekara ciwan Solîn Misto ve û bi amadebûna endamên Navenda Çanda Ermenî li ser dîwarê Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dirbêsiyê hat çêkirin.

Hunermend Aram Tîgran ku bi eslê xwe Ermenî ye, bi stranên  xwe yên bi zimanên Kurdî û Ermenî xizmeta dozên mirovî û neteweyî kir û ji aliyê gel ve hat hezkirin.

Hunermend Aram Tîgran 8‘ê Tebaxa 2009‘an de wefat kir. Wesiyet kiribû ku li bajarê Amadê were veşartin, lê desthilata Tirk bi hinceta ku ne welatiyê Tirk wesiyeta wî bi cih nehat. Cenazeyê wî bi merasîmekê li paytexta Belçîka Brukselê hat veşartin.

(bb)