Hûsiyan careke din êrişî kir: 2 kuştî, 14 birîndar

Hûsiyan ragihandin ku wan bi dron û mûşekan êrişî baregeha leşkerî ya Marebê kirin. Hikumeta Yemenê jî îdia kir ku di êrişê de du kes hatin kuştin û 14 kes birîndar bûn.

Hûsiyan careke din êrişî kir: 2 kuştî, 14 birîndar
7 tebax, 2026   22:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hûsiyan ragihandin ku wan bi dron û mûşekan êrişî baregeha leşkerî ya Marebê kirin. Hûsiyan îdia kir ku êriş li dijî hêzên ji aliyê Erebistana Siûdî ve têne destekkirin, erebe û alavên wan ên leşkerî hatiye kirin.

Televîzyona fermî ya Yemenê jî da zanîn ku pergala parastina hewayî hin dronên Hûsiyan li ser bajarê Marabê yê rojhilatê Senaayê xistine.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Yemenê (SEBA), desthilata Marabê  ragihandiye ku Hûsiyan mûşekên balistîk û dron avêtin kampên koçberan û taxên şêniyan. Di encamê de 2 kes hatin kuştin û 14 kes birîndar bûn.

(bb)