ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-06-2026
8 hezîran, 2026   02:00

- Malbatên şehîdan ên Girkê Legê got aramiya herêmê û pêkanîna aştiyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şervana YPJˊê Şemal Lezgîn diyar kir ku destkeftiyên jinan li Rojava bi saya fedakariya şervanên YPJ`ê pêk hatine û nerazîbûna xwe li hember hewldanên ku YPJ`ê veguhrînin hêzeke ewlekariya hundirîn, nîşan da. BI WÊNE Û DÎMEN

- Endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku, ji bo vegera ewle û bi rûmet, komîte dosyaya koçberan dişopîne û bi berdewamî bi rayedarên têkildar re hevdîtinan pêk tîne. BI WÊNE Û DÎMEN

- Di demeke ku navên Kurdî yên li ser saziyên fermî tên rakirin an jî redkirin de, xwediyên kargeh û dikanên li bajarê Qamişlo, tabloyên bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî dadîtinin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Tevgera Çand û Hunerê bi bi piştgiriya Şano Çiya û Hîlala Zêrîn amadekariyên xwe ji bo Festîvala Zarhunera Havînê ya Sêyemîn dikin. Îsal dê bi navê ‘Festîvala Şanoyê ya Zarokan’ li Qamişlo û Kobanê pêk bê. BI WÊNE Û DÎMEN

- Sûriyeyî li beramberî biryara baca gumrikê ya hevseng ne razî ne gotin ku projeya guhertina erebeyên kevn zehmet e ku di van şert û mercan de pêk were.

- Endam û berpirsyarên înîsiyatîfên azadî û parastina Rêber Abdullah Ocalan ên Sûriyeyê destnîşan kir ku ji dema revandina Rêber Abdullah Ocalan, darezandina wî û heta niha jî mafê wî tê binpêkirin. Erka Komîteya Wezîran a Ewropayê ye ku êdî `Mafê Hêviyê` ji bo Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne. BI WÊNE Û DÎMEN

-Semînerekê li ser "cesaret û rexneyê" li Parka Xwendinê ya Qamişloyê dide, saet 19.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMENNavenda Çand û Hunerê ya bajarê Dirbêsiyê bi diruşma "YPJˊê hebûna me ye" li Parka Şehîd Zevîn şevbuhêrkeke helbestî li dar dixe, saet 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dirbêsiyê bi diruşma "YPJˊê hebûna me ye" li Parka Şehîd Zevîn şevbuhêrkeke helbestî li dar dixe, saet 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN