Êrişên Îran û Îsraîlê yên li dijî hev ji nû ve dest pê kir

Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi mûşekên balîstîk êrişî Baregeha Asmanî ya Ramat Davidê ya Îsraîlê kiriye. Serê sibehê jî Îsraîlê êrişî Îranê kir.

Êrişên Îran û Îsraîlê yên li dijî hev ji nû ve dest pê kir
8 hezîran, 2026   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku agirbesta 19’ê Nîsanê ji aliyê DYA û Îsraîlê ve hatiye xerakirin û hate gotin: “Qebûlkirina agirbestê girêdayî wê mercê bû ku hemû eniyên şer bê deng bibin. Lê rejîma siyonîst komkujiyên xwe yên li Lubnanê didomîne. DYA jî li Tengava Hurmuzê û Deryaya Omanê êrişî keştiyên Îranê kir û peyman xera kir.”

Li gorî daxuyaniya Artêşa Pasdaran, mûşekên balîstîk ên Îranê li Baregeha Asmanî ya Ramat Davidê ketine. Ev baregeh wekî “navenda sereke” ya êrişên hewayî tê dîtin.

Tehranê bi zimanekî tund hişyarî da Îsraîlê û ragihand ku eger êrişên li Beyrûtê bidomin bersiveke din dê wêrankertir û rasterast be.

Li aliyê din berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê Îbrahîm Zulfîqarî got: “Îsraîlê hemû xetên sor derbas kirine.”

Li gorî agahiyan danê sibehê artêşa Îsraîlê li navend û rojavayê Tehranê hinek cih bombebaran kirin. Tê gotin bombebaran li Tehran, Îsfehan û Tewrêzê bûn.

Artêşa Pasdaran êriş piştrast kir û ragihand ku “dijminê siyonîst” bi mûşekên balîstîk êrişî hinek cihên welat kiriye.

Serokê DYA’yê Donald Trump piştî êrişên bi mûşekan ên Îranê yên li Îsraîlê, bangî her du welatan kir û got: “We mûşekên xwe avêtin, êdî bes e.”

Trump ji her du aliyan xwest aramiyê biparêzin û dawî li aloziyên leşkerî bînin.