Li Çilaxayê agirê ku dîsa bi cihê çopê ketiye hat vemirandin

Li bajarê Çilaxayê tîmên agirkujiyê şewata li cihê çopê yê li kana keviran pêk ketibû vemirand.

Li Çilaxayê agirê ku dîsa bi cihê çopê ketiye hat vemirandin
7 hezîran, 2026   23:04
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Çilaxayê agahî da tîmên agirkujiyê ku dîsa şewat li cihê çopê çêbûye. Tîman lez da agahiya şêniyan û beriya şewata li cihê çopê bigihîne zeviyên genim vemirand.

Li gorî beşa agirkujiyê, sedema şewatê hîna nediyar e. Tîmên agirkujiyê yên girêdayî Şaredariya Gel tedbîrên pêşîlêgirtinê ji bo parastina berhema çandiniyê girtine.

(fr)

ANHA