ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-02-2024
8 sibat, 2024   02:00

Tevahî bend şikandin û bi vîna jina azad a bi hêviya nivîsandina dîrok û serkeftinê tê koşiya, xaka Efrînê ya dagirkirî berê wê bû, li hember leşkerên dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê li gundê Basilê yê Efrîna dagirkirî çalakî kir û şehadet bi dest xist. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiya Basilê ya HRE`yê, hewl da leşkerên xwe xilas bike, lê belê HRE`yê bersiv da û dest bi çalakiya xwe ya duyemîn kir ku baregehên dagirkeran kirin hedef.

Şêniyên gundên eniyên şer ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrî teqezî bi domandina berxwedanê da û got: "Tu hêz nikarin me ji xaka me bi dûr bixin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mudirê Navenda Ragihandinê ya YPG`ê Siyamend Elî mekanîzmeya koordîneya di navbera şaneyên DAIŞ`ê li kampa Holê û derveyî wê de aşkera kir. Her wiha da zanîn ku di operasyonê de hin serçeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin, gelek çete û hevkarên wan hatine girtin. Siyamend Elî bandora encamên operasyonê li ser ewlehiya herêmê şîrove kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Yarîgeha Kornîş a girtî civînekê li dar dixe, saet 10:00ˊan  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de li Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê panelekê li dar dixe, saet 10:00ˊan (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Hesekê li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi sernavê ˊBi ruhê şerê gel ê şoreşgerî em ê dîwarê Îmraliyê hilweşîninˊ li Xwaringeha Xabûr a Hesekê panelekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hêzên Parastina Civakî têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li hola navenda çandê ya Til Hemîsê semînerekê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jınan a Zenûbiya ya Kantona Minbicê li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li hola Nivîsgeha Mihemed Menla Xezîl semînerekê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koordînasyona Jinên Mamoste ya Komîteya Dibistanan a Çilaxa têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de li hola navenda çandê ya navçeyê semînerekê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi diruşma ˊAzadî ji Rêbertî reˊ li hola şaredariyê ya navçeya Şedadê panelekê li dar dixe, saet 12:00ˊan (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistinên Civaka Demokratîk bi sernavê ˊ15ˊê Sibatê komploya navneteweyî ji aliyên qanûnî û derûnî veˊ li navenda çand û hunerê ya Minbicê semînerekê dide, saet 13:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Kantona Reqayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, saet 17:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA