Balafirên bêmirov erebe û depoyeke Heşd El Şebî bombebaran kir

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê, tê texmînkirina ku balafireke bêmirov erebeyeke sivîl ku tê de welatî hebûn bombebaran kir, her wiha depoya Heşd El Şebî li 2 herêmên li rojhilatê Bexdayê hate hedefgirtin.

Balafirên bêmirov erebe û depoyeke Heşd El Şebî bombebaran kir
7 sibat, 2024   23:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewsˊê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, balafireke bêmirov erebeyek li kêleka rêya li herêma Meştel a li Bexdayê sekinîbû, bombebaran kir, di encamê de erebî bi giştî hat şewitandin.

Li gorî agahiyên berdest, di erebeyê de 3 kes hebûn û nasnameyên wan nehatin zanîn.

Her wiha çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê anî ziman ku depoyên Heşd El Şebî li herêma şaredariyan a li rojhilatê Bexsayê hatin bombebarankirin.

(fr)