Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya endamê xwe Ebdusemed El Hemîd ku di 6ˊê Sibatê de li ser erka xwe bû bi guleyan li Reqayê hate hedefgirtin û şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî aşkera kir
7 sibat, 2024   23:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd aşkera kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

 "Endamê me Ebdusemed El Hemûd 6ˊê Sibatê dema ku erka xwe ya li hember gel û axa xwe li bajarê Reqayê bi cih dianî bi guleyan hate hedefgirtin û gihişt asta şehadetê.

 Nav û paşnav: Ebdusemed El Hemûd

Navê bav: Hemûd

Navê dayikê: Helîme

Cih û dîroka tevlêbûnê: Reqa 8/3/2020

Cih û dîroka şehadetê: Reqa 6/2/2024

 Şehîd “Ebdusemed” ji dema ku tev li nava refên hêzên me bûye ve, bi dilpakî û dilsozî kar û xebatê xwe dikir. endamekî çalak û bi bandor bû, her tim hewl dida ku xwe bi pêş bixe da ku ji bo welatê xwe tiştê herî baş pêşkêş bike. Ew bi hemû hêza xwe erkên xwe bi cih dianî û ji bo parastina ewlekariya welat her dem amade bû ku tiştê herî bi qîmet bide, heta kêliya dawî ya şehadeta xwe ewlekariya welatê xwe diparast."