ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-12-2025
7 kanûn, 2025   02:00

Koçberê ji qebîleya Tey destnîşan kir ku vegera li Efrînê dê vegereke birûmet be û got "Em xwediyên xakê ne, ji bo rizgarkirina wê me bedelên giran dan. Wek çawa em bi hev re derketin, em ê bi hev re vegerin jî.” BI WÊNE Û DÎMEN

Festîvala Orkêş a Muzîk û Stranan a 3'yemîn sibe li Hesekê bi dirûşma "Bi çanda komînal deng û awazên gelan zindî dibin" dest pê dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Rejîma Baasê ku 61 salan li Sûriyeyê hikum kir, salek beriya niha ket û HTŞ û komên li başûrê welat bûn desthilatdar. QSD’ê pêşî li hewldanên dewleta Tirk ên firehkirina qada dagirkeriyê li ser xaka Sûriyeyê girt. Bi ketina rejîma Baasê re Îsraîlê piraniya tesîsên leşkerî îmha kirin û ber bi başûr ve bi pêş de tê, di heman demê de hewl dide herêmeke tempon ava bike.

Rojnameyan nivîsî ku Sûriyeyê bi pirsgirêkên girîng re rû bi rû ye, di nav de pirsgirêkên ewlehiyê û destwerdana Tirkiyeyê. Her wiha hîna xeter heye ku şerekî nû di navbera Îsraîl û Hizbullahê de rû bide. Di vê navberê de, cîhan her ku diçe Ixwan El Muslimîn wekî rêxistinek ku li ser kaosan jiyan dike, dibîne .

Şêniyên kantona Tebqayê dê cenazeyê Şervanê QSD`ê Ibrahîm Ibrahîm, oxir bikin. 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Ofisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şehîd Şîlan û hevalên wê bi bîr tîne, li navena PYD`ê li Tirbesipiyê 11.00. BI WÊNE Û DÎMEN