Li gundewarê Şamê zarokek bi guleyekê jiyana xwe ji dest da

Li gundewarê Şamê zarokek dema bi çekê dilîst gule pê de teqiya û jiyana xwe ji dest da.

Li gundewarê Şamê zarokek bi guleyekê jiyana xwe ji dest da
6 kanûn, 2025   23:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Bêt Tîma ya li devera Qetena ya li gundewarê Şamê zarokekî 14 salî bi şaştî xwe kuşt.

Li gorî SOHR`ê zarok dema ku çekê dilîst guleyek teqiya û lê ket, di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Ji ber hebûna çekan di nava şêniyan de bi awayekî bêserûber bûyerên bi vî rengî pir diqewimi, di vê derbarê de qanûnên ku sînorekî ji vê diyardeyê re deyînin tine ye.

 (ac)

ANHA